Pirs û bersiv

ReGES lêkolîneke ji Enstîtuya Leibniz ji bo pêvajoyên xwendinê ye (LIfBi), ew jî girêdayî Enstîtuya Zanîngeha Otto-Friedrich – Bamberg e. Ji bo meşandina vê xebatê, tîmeke lêkolînvanên navneteweyî berpirsyar e. ReGES ji aliyê wezareta federal ya lêkolîn û perwerdeyê (BMBF) piştgiriya mewdanî werdigre.
Ev Lêpirsînên lêkolîneyî yên lêkolîna ReGES ji aliyê infas (enstîtuta ji bo zanistên civakî yên bikarbir) tên birêvebirn.
Ev lêkolîn wê di pênc herêman de bê kirin, ew jî ev in: Bayern, Hamburg, Nordrhein-West¬falen, Rheinland-Pfalz û Sachsen. Ji bo ReGES zarok û sîpe û dayîk û bavên wan di rêza pêşî û bingehîn de ne. Her wekî din jî wê danûstandin bi karmendên perwerdeyî jî re hebe. Halê hazir lêpirsîn ji karmendên çalak yên bajar û bajarokan û kampan û herweha kesên xwebexş tê kirin.
Na. ReGES projeyekî zanistî ye, ku li ser rewşa mirovên penaber dixebite. Tu girêdan û peywendiyên vê projeyê bi ofîs û nivîsgehên ku li ser daxwaznameya penaberiyê dixebitin tune ye.
Pişkdariya di vî projeyî de bi awayekî xwebexş e. Lê belê ji bo ku ev projeyê giring bi ser bikeve, pişikdariya her mirovekî giring e. Hûn bi vê pişikdariya xwe ji bo qûnaxeke demdirêj dibin fakterekî bingehîn di xweşkirin û saxlemkirina rewşa penaberan li Almanya. Her weha Ji bo pişikdariya we, emê sipasiyeke biçûk jî diyarî we bikin.
Em baş guh didin zaniyarî û agahdariyên we û em wan nadin kesekî din û em wan bi tenê ji bo karûbarên zanistî bikartînin. Hemî nirxandinên lêkolînê ku wê di siberojê werin çêkirin wê tucarî nikaribin bizanibin, ku te bi xwe çi gotiye, anku hemî agahiyên te wê sirrî bin.
 
Em bi gistî gelek civanan yan lêpirsînan bi wan beşdarvanan re çêdikin yên ku rasterast destûr ji bo vê yekê dane me. Me lêpirsîna xwe ya pêşî bi heşt zimanan pêşkêşkir. Lê Lêpirsînên ku piştra hatin çekirin ne bi hemî zimanan bûn.
Behra bihtir lêpirsîn her serê nîv salê carekê pêktên. Berî civanê lêpirsînê wê nameyek ji te re were şandin û tu dê berwext werî agahdarkirin, ka kengî û çawa lêpirsîn wê bi te re were çêkirin. Taku tu herdem hemî agahdarî û zaniyariyên taze werbigrî û karibî name û mesacan ji me werbigrî, wê baştir be heger tu infas-App daxînî ser telefona xwe.
Tu dikarî di my infas-App de agahdariyên gişti derbarê lêkolîna ReGES de û herweha hemî zaniyariyên taze û giring peyda bikî. Her wekî din jî tu dikarî di rêya vê Appê re navûnîşanên xwe nû bikî û rasterast bi me re bikevî têkiliyê. Û tu dikarî herwekî din jî bi rêya my infas-App re derbasî hemî lêpirsînên online bibî.

Hindek pirsên te yên din hene? Kerembike bi me re bikeve têkiliyê!