Rêbaza nihêniya serdana vê malperê

Razîmendiya parastina zaniyariyên şexsî

Ev razîmendiya parastina zaniyariyên şexsî ji bo serverên tora înternêtê yên Leibniz-Instituts für Bildungsverläufe e.V. (LIfBi) û herweha ji bo hemî malperên WWW yên LIfBi ye, yên ku di rêya wan re derbasî malpera razîmendiya parastina zaniyariyên şexsî dibî.

 

Giştî

Parastina zaniyariyan daxwaziya me ye û erkê me yê qanûnî ye. Taku em karibin bi baştirîn şêwe zaniyariyên te yên şexsî biparêzin û vê parastinê misogir bikin, em herdem li gorî pêşketinên nû di warê teknîkî de bi alîkariya alavên kilîtkirinê (wek mînak SSL/TLS) û sîstemên teknîkî yên parastî kar dikin. Merov dikare agahiyên liberdest yên LIfBi bi giştî hem bi alîkariya bernamên înterêtê, yên ku  Java-Applets, Active-X-Controls û Cookies di wan de hatine betalkirin, bikar bîne. Heger hat û bikaranîna van bernameyan asteng bû, wî çaxî kesê ku bernameyê bikartîne were agahdarkirin.

 

Berpirsiyar

Leibniz-Institut für Bildungsverläufe e.V.
Wilhelmsplatz 3
96047 Bamberg
Telefûn: +49 951 863-3400
Telefaks: +49 951 863-3411
Ê-Mail: kontakt(at)lifbi.de

Leibniz-Institut komeleke fermî ye û Prof. Dr. Cordula Artelt ji aliyê qanûnî ve berpirsê wê ye.

 

Karmendê dezgehê ji bo parastina zaniyariyan

Brigitte Bogensperger
Ê-Mail: betrieblicher-datenschutz(at)lifbi.de
Telefûn: +49 951 863-3418

 

Sedemên Bikaranînê

Em zaniyariyên derbarê şexsê te tomar dikin bi tenê di çarçoveya qanûnî de û ji ber van sedemên jêrîn:

  • Misogirkina berdewamiya karkirina malpera me di înternêtê de, anku taku em karibin destdirêjayê û karên ne qanûnî bibînin û taku em pirsgirêkan zû çareser bikin.
  • Taku bersiv bi rengekî baş û bi rêk û pêk li ser kompiyûterê te werin nîşandan.
  • Taku em erkê xwe yê qanûnî pêşberî dam û dezgehên dewletê ji bo danîna zaniyariyan bi cîh bînin.
  • Taku em karibin zaniyariyan bidin xwedan mafên belavkirinê û pisporiyê, heger ev tişt ji me hate xwestin.

Em bernameya amarê ya bi navê Matomo bikartînin ji bo durustkirina amarên bikaranînê, ji bo bicihanîna lêkolkînên rêxistinî, jibo kontrolkirinê û tamîrkirina xizmetguzariya me ya înternêtê û ji bo misogiriya parastina tora înternêtê û agahiyan. Heger em bibînin, ku armanca bikaranînê berteng nabe, em zaniyariyên şexsi bê nav û nîşan bikartînin yan hinek navên din li wan dikin.

 

Bingeha qanûnî ji bo bikaranîna zaniyariyên şexsî

Dema ku em ji bo bikaranîna zaniyariyên şexsî razîmendiya kesê elaqedar berdest bikin, ji bo vê mijarê mada 6 bendê 1 lit. A) ji DSGVO (Rêbaza bingehîn ji bo parastina zaniyariyên şexsî) wek bingeha qanûnî tê dîtin.

Dema ku bikaranîneke zaniyariyên şexsî ji bo bicihanîna erkên qanûnî pêwîst be, wî çaxî mada 6 bendê 1 lit. b) ji DSGVO (Rêbaza bingehîn ji bo parastina zaniyariyên şexsî) wek bingeha qanûnî tê dîtin.

Heger bikaranîn ji bo parastina berjewndiyên beraqil yên me yan yên yekî din lazim bin û heger berjewendî û mafên bingehîn û azadiya bingehîn ya kesê elaqedar ji berjewendiyên pêşî hatîn binavkirin, ne muhmtir be, wî çaxî mada 6 bendê 1 lit. f) ji DSGVO (Rêbaza bingehîn ji bo parastina zaniyariyên şexsî) wek bingeha qanûnî tê dîtin.

 

Beşên zaniyariyan

Birêvebirî û desteya sernivîskaran

Ji bo karê birêvebirî û karê sernivîsariyê hindek kodên wezîfî û kodên şexsî alavên derbasbûnê ji bo wan têne çêkirin û guhertinên ku bi van kodan têne kirin, têne tomarkirin.

 

Dosyên tomarnameyê

Dema ku tu van malperan yan malperên din yên LIfBi vedikî, tu di heman dem de agahiyan di rêya bernama xwe ya înternêtê dişînî ser serverê me yê înternêtê. Ev agahiyên jêrîn di dema girêdaneke vekirî yan serdana malperê ji bo danûstandinê di navbera bernama te ya înternêtê û serverê me înternêtê tê tomarkirin:

  • Dem û demjimêra daxwazkirinê
  • Navê dosya hatî xwestin
  • Malpera, ku di rêya wê re ev dosê hate xwestin
  • Rewşa xwestinê (wek mînak: dosê hate şandin, dosê nehate peydakirin)
  • Bernameya înterêntê ku te bikaranî û pileya zelalbûna şaşa kompiyuterê te û rengê mejiyê kompiyuter ku tu bikartînî.
  • Adresa IP ya kompiyuterê daxwazkirî
  • Mezinahiya zaniyariyên hatîn şandin

 

Cookies

Ji bo bikaranîna malperên www.lifbi.de cookies ji bernamya Matomo ji bo amara înternêtê tên danîn (Ji bo sêweyê redkirina bernamya Matomo ji bo amara înternêtê li binî binere). Her wekî din cookies bi tenê di hindek rewşên taybet de têne bikaranîn wek mînak ji bo tijekirina pirsnameyan û derbasbûna nava malperê.

 

Danûstandin

Heger te nameyek bi rêya Ê-Mailê yan postê yan telefûnê yan faksê ji me re şand, ew zaniyariyên ku te ji me re şandîn ji bo armancên bersivdana nameya te û heger pêwîstî hebe ji bo pirsên girêdayî mijara nameya te û ji bo danûstandinê têne bikaranîn. Te çawa û bi çi rengî têkilî bi me re danîbe, em bi heman rengî û di heman rê de bersiva te didin. Kes yan kategoriyên kesan yên ku zaniyariyên şexsî werdigirin. Herweha xizmetguzarên IT yên me jî dikarin di çarçoveya girêbestên me bi wan re girêdayîn zaniyariyên te yên şexsî ji bo bikaranînê werbigrin. Agahdariyên berferehtir derbarê firmeyên xizmetguzar di beşekî taybet ji malpera me de heye.

 

Dirêjahiya dema tomarkirina zaniyariyên şexsî

Birêvebirî û desteya sernivîskaran

Kodên derbasbûnê yên bi navê karmendên rêvebiriyê û desteya nivîskaran ji bo malperên me piştî durketin yan betalkirina wan kesan ji LIfBi ji bo bikaranînê têne bertengkirin û piştî derbasbûna salekê piştî qedandina salê ji roja ku ji kar dûrketine, têne şewtandin.

 

Dosyên tomarnameyê

Hemî tomarnameyên, ku zaniyariyên şexsî hembêz dikin piştî heft rojan têne şewtandin.

 

Cookies

Cookies ji bo dema bikaranîna bernameya înternêtê têne danîn. Lê ev tişt ji bo bernameya amarê ya bi navê Matomo ne misogir e, ji ber ku ji bo wê çarseriya redkirina teknîkî heye.

 

Mafên kesê elaqedar

Li gorî rêbaza bingehîn ji bo parastina zaniyariyên şexsî (DSGVO) tu xwedan van mafên jêrîn î:

Heger zaniyariyên te yên şexsî hatin bikaranîn, mafê te heye, ku tu bizanibî, kar ci zaniyariyên te hatine tomarkirin (Mada 15 ji rêbaza bingehîn ji bo parastina zaniyariyên şexsî (DSGVO).

Heger zaniyariyên te yên şexsî bi rengekî şaş hatibin tomarkirin, te maf heye ku tu wan serrast bikî (Mada 16 ji rêbaza bingehîn ji bo parastina zaniyariyên şexsî (DSGVO).

Heger sert û mercên qanûnî li ber dest bin, tu dikarî daxwaziya şewtandin yan bertengkirina bikaranîna zaniyariyên xwe yên şexsî bikî û tu herweha dikarî li dijî bikaranîna wan zaniyariyan rabî (Mada 17,18 û 21 ji rêbaza bingehîn ji bo parastina zaniyariyên şexsî (DSGVO).

Heger te bikaranîna zaniyariyên xwe yên şexsî qebûl kiribe yan heger girêbestek derbarê vê mijarê hebe û bikaranîna zaniyariyan bi alavên automatîkî hatibe cîbecêkirin, mafê te dîsa heye ji bo derfeta veguhestina zaniyariyan (Mada 20 ji rêbaza bingehîn ji bo parastina zaniyariyên şexsî (DSGVO).

Herwekî din jî mafê gilîkirinê li ba wekîlê federal ji bo parastina zaniyariyan û azadiya agahdariyan heye.

 

Çareseriya redkirina teknîkî ji bo bernameya amarê ya bi navê Matomo

Tu dikarî bi rengekî azad biriyarê bidî, ka gelo tu dixwazî, ku di bernameya te ya înternêtê de cookie ji bo analîze înternêtê hebe yan ne, taku  LIfBi karibe zaniyariyên sekinî yên curbecur tomar bike û wan anlîze bike. Heger tu vî tiştî nexwazî, tu dikarî li ser vî lînkê jêrîn bitikînî û Matomo-Deaktivierungs-Cookie di bernameya xwe ya înternêtê de vemirînî.

 

 

Agahdariyê din derbarê razîmendiya parastina zaniyariyên şexsî

Em wî mafî ji xwe re hildigirin, ku em vê razîmendiya derbarê zaniyariyan biguherînin, taku herdem li gorî şert û mercên qanûnî be û herweha li gel guhertinên xizmetguzariyên me bigunce. Heger tu careke din derbasî malperê bûy razîmendiya zaniyariyan ya taze misogir e.

Heger nezelalî hebû herdem razîmendiya bi zimanê almanî misogir e.