Agahdarî derbarê Lêkolîna ReGES ji bo sîpeyan û xortan

 

ReGES - çi ye?

ReGES lêkolîneke zanistî ye, ku dixwaze bigîhje encamekê ku ew jî ev e: ev penaberên ku li vir dijîn û paşê malbatên xwe jî dikişînin Almaniya ji bo wan hetanî ku derbasî nava civaka almanî bibin û xwe li gel wan biguncînin çine ew fakterên ku vê yekê zehmet dikin yan jî rêxweş dikin. Bêguman babeta herî giring û pêwîst fêrbûna e - ji peyvên pêşî hetanî bighîja destpêkirina pîşe (Sinhet) û kar. Em dixwazin te û dayik û bavê te dawet bikin, ku berdewam tevlî vê lêkolînê bibin. Bêguman di encamê de emê karibin rê xweştir bikin li pêşiya ewan penaberên nuh yên ku wê werin Almaniya, wê karibin êdî bi hesanî û bilez derbasî civaka almanî bibin û xwe bi rehetî li gel wan biguncînin bi tayîbet di warê xwendinê de, dibistan û pîşe de. Ev alîkarî ji bo qûnaxeke demdirêj dikeve xizmeta hemû zarok, ciwan û mezinan yên ku ji welatên curbecor li vir dijîn.

 


Ev lêkolîn çawa derbas dibe?

Bingeha vê lêkolînê ji aliyekî ve zarok in û ji aliyê din ve ciwanên mîna we ne. Taku em jiyana we û şêweyê fêrbûna we baştir fam bikin em dixwazin çend pirsan ji we bikin. Her weha emê van pirsan arasteyî hindek kesên derdora we jî bikin mîna: Dayîk û bavan, mamosteyan, her weha karmendên sazî û dezgehan û şaredariyê. Rapirsînên ReGES ya lêkolînan ji aliyê Enstîtuya infas ve, enstîtuta ji bo zanistên civakî yên bikarbir ve tê birêvebirin. Ew bi vî rengî bi rêve diçin:

Heger te my infas-App daxistbe telefona xwe, namyek yan mesacek wê ji te re were. Bi vî rengî tu dê hemî agahdariyan derbarê wê yekê bistînî, ka kengî lêpirsîna dema bê wê pêk were û ka emê çawa û bi çi rengî peywendiyê bi te re deynin. Emê di van civanan de ne hertim bi hemî kesan re lêpirsînê çêbikin. Ev tişt wek mînak bi wê yekê ve girêdayî ye, ka tu bi çi zimanî diaxivî.
Hemû agahiyên, ku hûn didin me, wê cuda ji nav û navnîşana we bên hilanîn û tomarkirin. Ev tê wateyê, tu kes, ji wan kesên, ku li ser vê lêkôlînê kardike, nikare bibîne û bizanibe, ka gelo we çawa yan çi bersiv daye.
Ji ber ku em dixwazin bizanibin, ka jiyana te çawa pêşdikeve, emê her serê pêlekê di demên curbecur de peywendiyê bi te re deynin, helbet heger te berî hengî te destûr dabî me, ku em karibin bi te re bikevin têkiliyê.

Çi pirs tên kirin?

Em dixwazin di vê lêkolîna ReGES de heta ku derfet hebe, wêneyekî giştî derbarê rewşa te ya halê hazir bigrin. Ji ber vê yekê em li ser serpêhatî û ezmûnên we li Almaniyayê dipirsin. Di çarçoveya vê lêkolînê de, wê ev pirsên jêrîn ji werin kirin:

 

  • Tu başiya zimanê xwe yê almanî çawa dibînî?
  • Tu halê hazir diçî kîjan dibistanê yan te dev ji dibistanê berdaye?
  • Tu çi qasî ji rewşa xwe ya nuha razî yî?
  • Tu dixwazî di paşerojê de fêrî kijan pîşeyî yan karîî bibî ?

 

Hûn bi vê alîkariya xwe roleke giring û pêwîst di ber pêkanîna vê lêkolîn û rapirsiyê de dikin. Ji bo piştgiriya te, em gelekî sipasiya te dikin!

 

Çi bi bersivên min tê kirin?

Hun dikarin li vê derê hemî agahdariyên derbarê parastina agahiyên şexsî di lêkolîna ReGES de peyda bikin.

 

Tu dikarî di my infas-App de hemî agahdariyên derbarê lêkolîna ReGES de û herweha hemî zaniyariyên taze û giring peyda bikî. Û tu dikarî herwekî din jî bi rêya vê Appê derbasî lêpirsînên online bibî. Heger te nav û koda derbasbûna malperê jibîrkiribin, tu dikarî li vê derê dîsa pirsa wan bikî û wan bidestbixînî.

Ma gelo te mala xwe veguhestiye? Adresa xwe ya nû di rêya my infas-App re ji me re bişîne, taku em karibin te berdewam dawetî lêpirsînê bikin.