Zaniyarî derbarê lêkolîna ReGES ji bo dayik û bavan

 

ReGES - çi ye?

ReGES lêkolîneke zanistî ye ku dixwaze bizanibe, ka gelo çi tişt dihêle ku bicihwarbûna penaberan yan kesên ku nû tên Almaniyayê di nav civaka almanî de serkeftî be yan bi zor û zehmet be. Bi taybetî mijara fêrbûnê pir girîng e - ji fêrbûna peyvên pêşî bigre heta bighîje warê kar û sinhet. Em dixwazin te û malbata te dawet bikin, ku berdewam tevlî vê lêkolînê bibin. Hêdî merov dikare li ser bingeha encamên vê lêkolîna zanistî derfet û projeyan biafirîne û peyda bike, ku bi alîkariya wan kesên nû hatîn nav civaka almanî karibin zû derdora xwe fam bikin û çavbel bibin û xwe zû di warê dibistan û xwendinê û sinhet (Ausbildung) de biguncînin. Ev pêngav ji bo demeke dirêj dibin alîkarî ji bo hemû zarok, ciwan û mezinan ji gelek welatên curbecur.

 


Ev lêkolîn çawa derbas dibe?

Ev lêkolîn behra bihtir di derbarê zarok û ciwanan de ye. Ji bo ku em bikaribin jiyana wan û fêrbûna wan fam bikin, em lêpirsîna lêkolîneyî bi kesên curbecur re çêdikin: Hûn wekî dê û bavên zarok û ciwanan, ciwan bi xwe, pisporên perwerdeyî û karkerên dezgehên dewletê û dezgehên din. Lêpirsînên lêkolîneyî yên ReGES ji aliyê Enstîtuya infas, enstîtuta ji bo zanistên civakî yên bikarbir tê birêvebirin. Ev lêpirsînên lêkolîneyî bi vî awayê jêrîn tên meşandin:

Heger te my infas-App daxistbe telefona xwe, namyek yan mesacek wê ji te re were. Bi vî rengî tu dê hemî agahdariyan derbarê wê yekê bistînî, ka kengî lêpirsîna dema bê wê pêk were û ka emê çawa û bi çi rengî peywendiyê bi te re deynin. Emê di van civanan de ne herdem bi hemî kesan re lêpirsînê çêbikin. Ev tişt wek mînak bi wê yekê ve girêdayî ye, ka tu bi çi zimanî diaxivî.
Hemû agahiyên, ku hûn didin me, wê cuda ji nav û navnîşana we bên hilanîn û tomarkirin. Ev tê wateyê, tu kes, ji wan kesên, ku li ser vê lêkôlînê kardike, nikare bibîne û bizanibe, ka gelo we çawa yan çi bersiv daye.
Ji ber ku em dixwazin bizanibin, ka jiyana te û jiyana zarokên te çawa pêşdikeve, emê her serê pêlekê di demên curbecur de peywendiyê bi te re deynin, helbet heger te berî hengî te destûr dabî me, ku em karibin bi te re bikevin têkiliyê. 

Çi pirs tên kirin?

Em dixwazin di vê lêkolîna ReGES de heta ku derfet hebe, wêneyekî giştî derbarê rewşa neha ya zarok û gêncên koçber bigrin. Ji ber vê yekê, emê ji we wek dayîk û bav jî li ser serpêhatî, dîtin û nerînên we li Almanyayê bipirsin. Di çarçoveya vê lêkolîn û rapirsînê de emê weku mînak van pirsên jêrîn ji we bikin:

 

  • Hun almanya zarokên xwe çawa dinirxînin? 
  • Rewşa zarokên te li baxçê zarokan, li dibistanê û li meselkê wan çawa ne?
  • Rewşa we ya nuha ji aliyê kar û xanî ve çawa ye?

 

Ta ku em karibin bersivên hindek pirsên taybet bistînin, wê giring be, ku zarokên te jî berdewam tevlî vê lêkolînê bibin. Tu û malbata xwe bi vî rengî piştgiriyeke gelekî giring didin me, ku ev lêkolîn biserbikeve. Ji bo piştgiriya we, em gelekî sipasiya we dikin!

 

Çi bi bersivên min tê kirin? Hun dikarin li vê derê hemî agahdariyên derbarê parastina agahiyên şexsî di lêkolîna ReGES de peyda bikin.

 

Tu dikarî di my infas-App de hemî agahdariyên derbarê lêkolîna ReGES de û herweha hemî zaniyariyên taze û giring peyda bikî. Û tu dikarî herwekî din jî bi rêya vê Appê derbasî lêpirsînên online bibî. Heger te nav û koda derbasbûna malperê jibîrkiribin, tu dikarî li vê derê dîsa pirsa wan bikî û wan bidestbixînî.

Ma gelo te mala xwe veguhestiye? Adresa xwe ya nû di rêya my infas-App re ji me re bişîne, taku em karibin te berdewam dawetî lêpirsînê bikin.