Wek encamek rewşa heyî ya ji ber vîrusa koronayê ya nû (SARS-CoV-2) û xetereyên tenduristiyên bi pê re têkildar derketine holê, ew biryar hat dayîn ku hevdîtinên kesane yên li ser lêkolînên ReGESê ji niha ve şûn de nayê pêk anîn. Mixabin, heta hevdîtinên plankirî jî divê niha werin betal kirin çimkî pêşaneya me ewlehiya û xweşiya we û ya malbata we ye.

Gava ku em bikaribin hevdîtina bidomînin, emê dîsa bilez bi we re têkiliyê bikin. Heke hûn paşê jî palpiştiya lêkolînên me bikin, em dê gelek şanaz bibin.

 

ReGES - çi ye?

ReGES lêkolîneke zanistî ye. Ev lêkolîn dixwaze bizanibe, ka gelo çi tişt dihêle ku bicihwarbûna penaberan yan kesên ku nû tên Almaniyayê di nav civaka almanî de serkeftî be yan bi zor û zehmet be. Ev lêkolîn behra bihtir di derbarê zarok û gêncan de ye. Ji bo ku em bikaribin jiyana wan û fêrbûna wan fehim bikin, em lêpirsîna lêkolîneyî bi kesên curbecur re çêdikin: Dayik û bavên zarok û gêncan, xort bi xwe, pisporên perwerdeyî û karkerên dezgehên dewletê û karkerên kampan.

Em hêvî dikin, ku  hun beşdariyê di vê lêkolînê de bikin – Beşdarbûna we alîkariyeke mezin e ji bo serketina vê lêkolînê!